Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Medîne Barana dayik: "Bira were, êdî ev hesret kuta bibe"

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û malbateke din jî beşdarî çalakiyê bû.

Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3ê îlona 2019an pê va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 401em da didome.

Medîne Barana dayik ji bo Mazlumê kurê xwe yê ku 6 sal berê di 16 saliya wî da revandin serê çiyê, ji Karliovaya navçeya Bîngolê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Baranê diyar kir, tesîra çalakiya ku dayikên Diyarbekirê da destpêkirin li ser wê çêbû û bi hêviya ku bigihêje kurê xwe hat Diyarbekirê û beşdarî nobeta ewladan a li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê bû.

Baranê got ku kurê wê 6 sal berê di 16 saliya wî da revandin serê çiyê û destnîşan kir ku ew heta negihêje kurê xwe wê çalakiyê bidomîne.

Baranê wiha xeberda: "Serê sibê ji malê derket, careke din venegeriya. 6 sal e haya me jê tune, em li benda wî ne. Bira were, êdî ev hesret kuta bibe. Dilê min dişewite, 6 sal e em li bendê ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE