Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 407an da dewam dike.

Mustafa Kaya ji bo Hazala qîza xwe ya 7 sal berê di 14 saliya wê da revandin çiyê ji Bazîda navçeya Agiriyê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Kayayê bav got qîza wî ji bo avê bîne ji cem wan çû û paşê jê tu xeberek hilnedan, pêşiyê wan wetrê winda bûye.

Kaya got demekê şûnda têlefon hat û hîn bûn ku PKKyê qîza wî revandiye û wiha pê da çû: "Çû, paşda nehat. Qîza min revandin. Çaxa teze çûbû çarekî li min geriya. Dema min têlefon vekir digiriya. Min got 'qîza min tu revandin ne wisa?' Kesê li cem wê got 'ma tê wêrekiyê bidî keçika xwe, rabûyî bi giriya dixî. Tu çito bav î?' têlefon hat girtin."

Kaya got malbatên gihîştin zarên xwe ji bo wî bûn hêvî û bangî qîza xwe kir ku bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE