Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 449an da dewam dike.

Nacmiye Aybara ji bo Zîlana qîza xwe ya 10 sal berê di 13 saliya wê da revandin çiyê ji Hekariyê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Aybarê bi Kurdî daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku 10 sal ji qîza xwe xeberekê hilnade.

Aybarê got çalakiya dayikên Diyarbekirê di televizyonê da dît li ser vê biryar dan ku beşdarî çalakiyê bibin û qala hesreta qîza xwe kir.

Aybarê diyar kir ku êş û jana wan mezin e û wiha axivî: "10 sal e lê digerim lê nabînim. Emeliyat bûm. Bavê te aciz e. Êşa min li vê dinyayê tu yî. Bavê te dixwaze beriya bimire te bibîne. Bavê te gelekî te mereq dike. Wêneyên te bi dîrwaran va kiriye, li wan mêze dike dilê xwe rihet dike. Xuşk û birayên te jî te mereq dikin. Li min bigere."

Aybarê bangî qîza xwe kir û got, "Qîza min teslîm bibe. 10 sal min tîşortê te neşûştiye, vedişêrim. Ji ber ku bîhna te jê tê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE