Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 492yan da dewam dike.

Zekî Parlakê ji bo Hakanê birayê xwe yê di 16 saliya xwe da li Stenbolê xapandin û revandin çiyê ji Qaqizmana navçeya Qersê hat beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Parlak daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku birayê wî dema li Stenbolê di înşaetê da dixebitî xapandin û revanidn çiyê.

Parlak destnîşan kir ku ji birayê xwe xeberekê hilnade ji ber ku diya wî nexweş e ew beşdarî çalakiyê bû.

Parlak bangî birayê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha got: "Min berê jî dixwest beşdarî çalakiyê bibim lêbelê îmkana min tune bû. Îro bû nesîb ez hatim. Ez dixwazim birayê min were teslîm bibe. Ez birayê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Birayê min hê zarok bû. Di 16 saliyê wî da xapandin û birin çiyê."

Parlak got ku ew ê hetanî dawiyê çalakiyê bidomîne û wiha axivî: "Em bi dayikên me ra li vê derê bim. Birayê min heke min dibihîze yan jî dibîne bira were teslîm bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE