Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Dayik Fatma Boraka ku ji Karlioavaya navçeya Bingolê ji bo kurê xwe yê ku 6 sal berê derxistin çiyê hat: "Burhanê min were mala xwe. Êdî nema dikarim berxwe bidim. Were teslîm bibe"

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2019an da dan destpêkirin di roja 507emîn da dewam dike.

Dayik Fatma û bav Nurettîn Borakê ku ji Karlioavaya navçeya Bingolê ji bo kurê xwe yê ku 6 sal berê derxistin çiyê hatin jî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Dayik Borakê diyar kir ku 6 sal e ji kurê xwe xeberê hilnade û got ku gelekî bêriya wî kiriye.

Borakê got ku "Burhanê min were mala xwe. Ez êdî nema dikarim berxwe bidim. Were teslîm bibe."

Bav Nurettîn Borak jî got kurê wî dema li zanîngehê xwendekar bû hat xapandin.

Borak got "HDPyê kurê me bir. Em kurê xwe ji HDPyê dixwazin. Em êdî nema dikarin li ber xwe bidin." û got dixwaze ku bigihêje ewladê xwe.

Borak bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE