Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Tahir Salimê bav ku ji bo kurê xwe Hamza beşdarî çalakiyê bû:"HDPyê kurê min çawa biriye bira bi heman awayî jî bîne. Heya ewladê me neyê em ê ji vê derê neçin"

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeda dayikên Diyarbekirê bû ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 177emîn.

Zumrut û Tahir Salim ku jin û mêrê hev in û ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê hatin, ji bo kurê xwe Hamza Salim ku 6 sal berê di 14 saliya xwe da hat revandin, beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Tahir Salim di daxuyaniya xwe da diyar kir ku kurê wî yê ku 6 sal berê di qursa Qur'anê da dixwend, wenda bû lêbelê ligel ku ew gelekî lê geriyan, wan li tu ciyî nedît.

Salim bal kişand ku kurê wî bi destê HDPyiyan hat revandin û wiha got, "HDPyê kurê min bir, ne kesekî din. HDPyê kurê min çawa biriye bira bi heman awayî jî bîne. Heya ewladê me neyê em ê ji vê derê neçin."

Tahir Salim bangî kurê xwe kir ku ji rêxistina terorê bireve û teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha got, "Were teslîmî edaleta dewletê be. Were dewlet dê û bavê me ye. Ka tu çima çûyî çiyê? Ev 6 sal e dil û hinavê me dişewite."

Zumrut Salimê jî bi Kurdî axivî û bal kişand ku ew beşdarî çalakiya rûniştinê bûn da ku kurê wan vegere.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE