Malbateke din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.
Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 553yemîn da dewam dike.
Hamza Kayayê birayê Vahdettin Kaya ku 10 sal berê gava li Aydinê xwendekarê zanîngehê yê pola dawîn bû, di 23 saliya xwe da birin çiyê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû.
Kaya diyar kir ku birayê wî ji hêla rêxistina terorê PKKyê û her wiha hevalbendê wê HDP û alîgirên wê hat revandin.
Kaya wiha axivî, "PKK û HDPyê birayê min xapand û revand çiyê. Ez birayê xwe ji HDPyê dixwazim û heta hilnedim jî naçim. Birayê min heger dengê min tê te, were teslîm bibe, were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe."
AA