Malbateke din jî beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû. Nobeta dayikên Diyarbekirê bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 558an da dewam dike.

Çavreşa dayik, Abdulselamê bav û Sînan Durakê kek ji bo Zuhreteya 7 sal berê di 11 saliya xwe revandin çiyê ji Wanê hatin û beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Çavreş Duraka dayik di axaftina xwe da got ku 7 sal e bi hesreta qîza xwe dijî û êşa tunebûna wê dikişîne.

Durak got çavên wê li rêya ewlada wê ne û wiha axivî: "Ez qîza xwe ji HDPyê dixwazim. Wan qîza min bir, ma ji xêncî wan kî dibe? Min qîza xwe di tunebûnê da mezin kir. Ez ê ji bo qîza xwe hetanî dawiyê ji vir ranebim."

Durakê bangî qîza xwe kir û got, "Qîza min were, bigihîje dewleta xwe. Netirse dewleta me hêzdar e. Qîza min em hesreta te mane. Heke min dibînî were."

Durakê bav jî got hinqî qîza wî hatiye revandin jê tu xeberek hilnedane.

Durak diyar kir ku qîza wî piçûk bû û îradeya wê tunebû ku bi tena serê xwe here, xapandin birin û wiha axivî: "Em hatin ber derê HDPyê û qîza xwe dixwazin."

Durak got xew nakeve çavên wî, êşa ewladê zor e, ew ê ji bo qîza xwe çalakiyê hetanî dawiyê bidomîne.

Sînan Durakê kek jî got xuşka wî li xwendingehê xaxwandin û revandin çiyê û wiha pê da çû: "Em bi malbatên li vê derê ra bûn malbatek. Înşaellah em ê sax silamet bigihêjin ewlad, xuşk û birayên xwe. Dê û bavê min jî tev ji her kesî ra sebrê dixwazim. Her kes bi hêviyekê hat vê derê, înşaellah hêviyan wan ê neşkê."

- Malbatan serxweşî da Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî

Malbatên nobeta ewladan digrin ji bo dayika Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî ya li nexweşxaneya lê dihat dermankirin mir dia kirin û serxweşî dan Soylu.

Nîhal Çîftçiya dayik got dema xebera mirina diya Soyluyê Wezîr hildan gelekî li ber xwe ketin.

Gulsen Sonmeza dayik jî got, "Rihma Xwedê lê be. Serê wezîrê me û malbata wî sax be. Em gelekî li ber xwe ketin, êşa wan parve dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE