Malbateke din jî beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din beşdarî dayikên Diyarbekirê yên ku li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPnobeta xwe didomînin, bû.

Malbatên HDPyê wek berpirsên xapandin û revandina zarokên xwe yên li çiyê dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi nobetê kirin û 926 roj e çalakiya xwe didomînin.

Ahmet Donmez ê ji Erzincanê ji bo ku birayê xwe Ademê di sala 2015an da ji Îdirê revandibûn, hat û beşdarî çalakiyê bû.

Donmez daxuyanî da rojnamegeran û got ku birayê wî 7 sal berê hat revandin û bi armanca bigihêje wî hat û beşdarî çalakiyê bû.

Di berdewamiya axaftina xwe da Donmez got: "Ez heta birayê xwe hilnedim naçim. Bi îzna Xwedê ezê wî hildim û wisa biçim. Birayê min piştî ku çû avahiya HDPyê û vegeriya hat revandin. Ez birayê xwe ji HDPyê dixwazim. Ji ber vê ez hatim vê derê."

Donmez destnîşan kir ku dê û bavê wî êdî kal û pîr in û ji roja birayê wî revandine serê çiyê heya îro agir ketiye nav dilê herduyan û wiha domand: "Înşeallah birayê min dengê min bibihîze û vegere."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE