Malbateke din jî beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî dayikên Diyarbekirê bû ku li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPnobeta xwe didomînin.

Dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wek berpirsên xapandin û revandina zarokên xwe yên li çiyê dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi nobetê kirin û ev 947 roj e çalakiya xwe didomînin.

Cemal Demirê ji bo kurê xwe Mehmet Aliyê ku di sala 2014an da revandine serê çiyê ji Mêrdînê hat û beşdarî nobeta dayikan bû.

Demir ji rojnamevanan ra daxuyand ew dixwaze bigihêje kurê xwe û wiha axivî: "Kurê min ji hêla HDPyê va hat revandin. Hê 14 salî bû, li lîseyê dixwend."

Demir bangî kurê xwe kir ku ew teslîmî hêzên ewlehiyê be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE