Malbateke din jî beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû

Çîçek Aymaza ji Batmanê ku bo qîza xwe Nejla ya 6 sal berê revandibûn hat û beşdarî nobetê bû.

Malbateke din jî beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî bi hêviya bigihîje ewlada xwe beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû.

Nobeta dayikên Diyarbekirê bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike û malbeteke beşdarî nobetê bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 548an da dewam dike.

Ji Batmanê Çîçek Aymaza xwedî 2 zarokan bo qîza xwe Nejla ya 6 sal berê hêj 16 salî ku bi xapandin revandibûn hat û beşdarî nobetê bû.

Aymazê got ku qîza wê ji Batmanê bi xapandin birin û 6 sale wan hev nedîtine û tu xeber jê hilnedaye û wiha dewam kir: "Ez dixwazim bigihîjim qîza xwe. Ez sebiya xwe ji PKKê dixwazim. Nizanim têr e, birçî ye û di çi halî da ye. Tu xebera min jê tuneye. Ev wîcdan û merhemeteke çawa ye? Heke pir dixwazin bila zarokên xwe bişînin. Heyfa evqas malbatan nîne?"

Malbatên nobeta xwe didomînin dirûşmeyên dijî HDP û PKKê berz kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE