Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.
Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 539an da dewam dike.
Medenî Alphanê ji Batmanê hat Diyarbekirê ji bo kurê xwe Eyub Alphanê 7 sal berê di 17 saliya wî da revandine çiyê beşdarî çalakiyê bû.
Alphan got 7 sal e haya wî ji kurê wî tune, wî çalakî ji televizyonê temaşe kiriye û biryar daye ku beşdar bibe û bigîhîje kurê xwe.
Alphan anî ziman ew hesreta kurê xwe dikşîne û wiha axivî: "Kurê min, min nexwar lê te da xwarin, min li xwe nekir lê te da lixwekirin. Min beriya te kiriye. 7 sal e eyda me çênabe. Êdî bes e, êdî were. Diya te şev ranazê. Bila dayik negirîn. Bes e êdî zarokan nebin. Kezeba min şewitî. Ez kurê xwe dixwazim."
Alphan bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe û wiha got: "Kurê min were, teslîmî hêzên me yên ewlehiyê be. Ewê te teslîmê me bikin. Netirse em li pişta te ne."
AA