Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê ku bi hêviya bigihêjin ewladên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina zarokên xwe ya ber bi çiyê va HDPyê berpirsyar digirin û di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 783yemîn da dewam dike.

Cafer Yuruklu ji bo Îbrahîmê kekê xwe yê ku 28 sal berê di 13 saliya wî da ji Dîgora navçeya Qersê revandine serê çiyê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Yuruklu daxuyand, kekê wî hê zarok bû û di zeviyê da dixebitî, wê demê PKKya rêxistina terorê ew xapandin û revand serê çiyê û ji wê rojê heta niha wan tu xeber jê hilneda.

Yuruklu wiha xeberda, "Kekê min hê 13 salî bû ew revandin serê çiyê. Em pir dixwazin ku paşve vegere. Çavê dê û bavê min li rêya wî ne. Ez dixwazim ku kekê min demildest were û teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe. Heta ew neyê ez ê li vê derê nobetê bigirim. Bira were teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE