Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê ya ku ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dikin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 526emîn da dewam dike.

Dayik Perîhan û bav Tahsîn Ertaşê ku ji bo kurê xwe Yusufê 7 sal berê di 23 saliya wî da ji Artvînê birin çiyê ji Wanê hatin û beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Dayik Perîhan Ertaşê daxuyaniyeke Kurdî da û got ku kurê wê dema li Artvînê zanîngeh dixwend hat xerandin û derxistin çiyê.

Ertaşê got ku ji televîzyonê çalakiya rûniştinê dîtin û xwestin ku bi hevserê xwe ra beşdarî çalakiyê bibin û dixwazin ku demildest bigihêjin kurê xwe.

Ertaşê got ku "7 sal e kurê min çûye. Sax e yan mirî ye nizanim. Kurê min vegere were, teslîmê hêzên ewlehiyê bibe."

Bav Ertaş jî got ku 7 sal e ji kurê xwe xeberê hilnade û ev gotin: "Em ji Wanê ji bo kurê xwe hatin vir. Kurê min dixwend, xapandine."

Ertaş bangî kurê xwe kir û got ku "Ev rê şaş e kurê min. Heke tu ji min hez dikî teslîmê dewletê bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE