Malbateke din jî bi saya nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê gihîşt ewladê xwe

Malbateke din jî bi saya nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê gihîşt ewladê xwe

Li Diyarbekirê malbata Coşkun a ji bo bigihîje kurê xwe yê revandine çiyê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta ewladan didomand jî gihîşt ewladê xwe.

Malbata Coşkun a di 15ê îlona 2019an da ji Erziromê hat Diyarbekirê û ji bo Îbrahîmê kurê xwe yê 6 sal berê di 19 saliya xwe da dema li Muxlayê zanîngeh duxwend revandin çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya HDPyê bû. Di encama xebatên qanîkirinê yên bi kordinasyona Wezareta Karên Navxweyî tên meşandin da Îbrahîm duh li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li nêzî Silopiya navçeya Şirnexê teslîmî hêzên ewlekariyê bû.

Mehmet Emîn û Safiye Coşkunê mizgînî hildan û hatin Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr piştî hesreta 6 salan Îbrahîmê kurê xwe hembêz kirin û giriyan.

- 19 malbat gihîştin ewladên xwe

Piştî ku malbata Coşkun jî gihîşt Îbrahîmê kurê xwe hetanî nika 19 malbatên çalakiya rûniştinê didomandin ewladên xwe ji pencikên terorê xilas kirin.

Piştî ku Hacîre Akara dayîk di 24ê tebaxa 2019an da gihîşt Mehmetê kurê xwe Hatîce Ceylana dayik gihîşt caferê kurê xwe, Husniye Kaya gihîşt Mekiyeya keça xwe, Halîme Kadrana pîrik gihîşt Halîl Îbrahîm Kadranê neviyê xwe, Metîn Açanê bav gihîşt H. Açanê kurê xwe, Nîzamettîn û Aslihan Eşrefogullari gihîştin Huseyînê kurê xwe, Gevriye Ayhana dayik gihîşt Peldaya keça xwe, Melîk û Mele Aslan gihîştin Volkanê kurê xwe, Muteber Bîrlîka dayik gihîşt Veysiyê kurê xwe, Cahîde Alkana dayik gihîşt Mehmet Emînê kurê xwe, Şahîze Altinkaynaka dayik gihîşt Halîseya keça xwe, Cemal Ertaşê bavê astengdar gihîşt Ramazanê kurê xwe, Naîme Dalmişa dayik gihîşt Tekoşîna keça xwe, Haşîm Açarê teslîm bû li nexweşxaneya lê dihat dermankirin gihîştibû bavê xwe, Sever Fîdan gihîşt Tayfurê kurê xwe, Gulşen Çetîn gihîşt Erdalê kurê xwe, Meryem û Fahrettîn Akkuş gihîştin Erkanê kurê xwe, Perîhan û Fettah Kaya gihîştin Cumayê kurê xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE