Malbateke din jî digihîje ewladê xwe

Malbatên li Diyarbekirê nobeta ewladan didomînin ji ber ku malbateke beşdarî çalakiyê bibû ew ê bigihîje kurê xwe gelekî kêfxweş in.

Malbateke din jî digihîje ewladê xwe

Malbatên li Diyarbekirê nobeta ewladan didomînin ji ber ku malbateke beşdarî çalakiyê bibû ew ê bigihîje kurê xwe gelekî kêfxweş in.

Dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina çiyê ya ewladên xwe dibînin çalakiya di 3yê îlonê da dabûn destpêkirin di roja 309an da didomînin.

Malbatên çalakiyê didomînin hîn bûn ku mizginî dane Cemal Ertaşê ji bo Ramazan Ertaşê kurê xwe yê di 20 saliya xwe da revandin çiyê di 3yê adarê da ji Qiziltepeya navçeya Mêrdînê hat û beşdarî çalakiyê bû ji ber vê gelekî şa bûn.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di daxuyaniya xwe da got, "Hetanî nika me 13 malbat gihandin zarokên wan. Înşaellah em ê îro an sibê jî malbata 14an jî bigihînin ewladê wê." Li ser vê malbat hîn bûn ku kurê Ertaş teslîmî hêzên ewlekariyê bûye. Ev ji bo malbata nbû hêvî.

- "Em gelekî şa bûn. Bi îzna Xwedê ewladên me yê jî werin"

Nazli Sancara ji bo Şeymaya qîza xwe beşdarî çalakiyê bû di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji vir 9 sal berê qîza wê bi zorê revandin çiyê, zehf dixwaze bigihîje qîza xwe.

Sancarê destnîşan kir ku 9 sal e hesreta qîza xwe maye û got, "Lêbelê êdî taqeta min nema. Ez dixwazim vê eydê bi qîza xwe ra derbas bikim. Qîza min were, teslîm bibe."

Sancarê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî ra sipas kir û wiha pê da çû: "Em îro gelekî kêfxweş in, ewladekî me yê din jî hat. Bi îzna Xwedê ewladên me yê jî werin. Motanî ku qîza min hatiye şa bûm. 14 malbat gihîştin zarên xwe. Ez bangî hemû dê û bavan dikim. Bira ew jî beşdarî çalakiyê bibin, quwetê bidin me. Em ewladên xwe bixwazin, zarên xwe ji destê van zaliman xilas bikin. Bi îzna Xwedê û quweta dewleêt em hetanî zarên xwe hilnedin ji vê derê ranabin."

- "Înşaellah dewleta me yê me bigihîne zarên me"

Suleyman Aydinê bav jî got ji ber ku Cemal Ertaşê ligel astengdariya xwe beşdarî çalakiyê bibû digihîje ewladê xwe gelekî şa bûn.

Aydin got di çalakiya ji bo ewladan da ji hemû malbatan piştgiriyê dixwazin û wiha axivî: "Motanî ku ewladê me hatiye em şa bûn. Aqûbet li serê zarên me be. Înşaellah zarên me jî ew ê werin. Înşaellah Serokomarê me û Wezîrê Karên Navxweyî yê me ew ê mizginiyê bidin me jî. Dewleta me xebateke mezin dimeşîne. Înşaellah dewletê me bigihîne zarên me û hesreta me yê xilas bibe. Em jî vegerin malên xwe. Em di çalakiya xwe da biryardar in. Hetanî zarên me neyên em ji vir ranabin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE