Malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

Di sala 1em a çalakiya pêşiya HDPyê da malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

Malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

 Li Diyarbekirê malbata Akkuş ku ji bo zarokên revandine serê çiyê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê "nobeta ewladan" digirt jî gihîşt ewladê xwe.

Li gor agahiya ku hat hildan, Erkan Akkuşê ku 4 sal berê revandibûn serê çiyê û malbata wî li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bendewarê wî bû, di encama qanîkirina Midûriya Giştî ya Ewlehiyê da teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Malbatê mizgînî hilda û ji Stenbolê hatin Diyarbekirê. Hat gotin ku dê û bav wê îro kurê xwe bibînin.

Meryem Akkuşa dayik daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew pir kêfxweş e ku wê bigihêje ewladê xwe.

Akkuşê spasiya her kesê ku piştgirî da wan, kir û wiha dewam kir:

"Xwedê ji dewleta me û hêzên me yên asayîşê razî bibe. Xwedê lingê wan li keviran nexe. Ewladekî me hebû, me ew mezin kir, lê me nizanibû ku wê wiha bibe. Çawa ket vê lîlavê, ew çawa birin, me nizanibû. Hemd ji Xwedê ra me qet hêviya xwe ji Xwedê qut nekir. Me xwe spart Xwedê. Xwedê vê şahiyê têxe para hemû kesên ku çalakiyê dikin. Înşellah her kesê ku çalakiyê dikin wê bi ewladê xwe ra vegerin mala xwe. Ez pir kêfxweş im, nikarim biaxivim ji kêfxweşiyê."

Fahrettîn Akkuşê bavik jî diyar kir, duh jê ra gotin ku kurê te ji rêxistina terorê reviye û teslîmî hêzên ewlehiyê bûye.

Akkuş got ku wî pêşiyê bawer nekir û ji bo piştrastkirinê ew cara duyem bi hêzên ewlehiyê ra axivî û wiha dewam kir:

"Weke ku ez ji nû va hatim dinyayê. Ez bi halê xwe yê nexweş va ji nav cî û nivînan rabûm û hatim. Bi salan e min çi kişand, min felc derbas kir. Ez timî digirîyam. Agir bi cegera min ketibû. Di malbata me da hizûr nemabû, em timî giriyan. Înşellah malbatên din jî wê bigihêjin ewladên xwe. Ev tiştekî ne hêsan e. Ez biryardar bûm, min di çalakiya rûniştinê da timî cih girt. Xwedê zewalê nede dewleta me. Ez spasdarê Serokomarê me, Wezîrê me yê Karên Navxweyî û asayîşa Diyarbekirê me. Ez neynika kurê xwe bi dinyayê nadim. Ez pir kêfxweş im."

Di salvegera sala yekem da bi teslîmbûna Erkan Akkuş va jimara malbatên ku gihîştin ewladê xwe derket 16an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE