Malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

Dayîk Sever Fîdan çû şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr û xwe avêt kurê xwe Tayfur Fîdanê hêj di 17 saliya wî da xapandibûn û biribûn serê çiyê.

Malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

 Li Diyarbekirê Sever Fîdana ku li pêş avahiya HDPyê ya bajêr di çalakiya rûniştinê da bû gihîşt ewladê xwe yê ku ji rêxistina terorê reviya û hat teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Fîdan ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê bo ewladê xwe yê ku 11 sal e nedîtibû beşdarî çalakiyê bû li Midûriyeta Ewlehiya Bajêr a Diyarbekirê gihîşt mirazê xwe.

Dayîk Sever Fîdan çû şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr û xwe avêt kurê xwe Tayfur Fîdanê hêj di 17 saliya wî da xapandibûn û biribûn serê çiyê.

Di dema hevdîtin û hembêzkirinê da malbat kelogirî bû û ji ber gihîştin mirazê xwe gelek kêfxweş bûn.

- Heta niha 15 malbat gihîştin ewladên xwe

Bi teslîmbuna Tayfur Sever va ji malbatên ku li Diyarbekirê pêşiya avahiya HDPê ya bajêr çalakiya rûniştinê dikin 15 heb gihîştin ewladên xwe.

Ewilî Hacîre Akar gihîşt ewladê xwe û ev çalakiya li ser tevgera wê dest pê kir ji bo gelek malbatan bû hêvî. Qîza Hisniye Kayayê, neviyê Helîme Kadranê, kurê Metîn Açan, ewladê Nîzamettîn û Alihan Eşrefogluyê, qîza Gevriye Ayhanê, kurê Melîk û Melek Aslanê, kurê Muhteber Bîrlîkê, kurê Cahîde Alkanê, qîza Şahîze Altinkaynakê û kurê Cemal Ertaşê astengdar jî teslîmî hêzên ewlehiyê bûn û gihîştin malbatên xwe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE