Malbateke din jî gihîşt ewladê xwe û malbatên çalakiyê didomînin şa bûn

Malbateke din jî gihîşt ewladê xwe û malbatên çalakiyê didomînin şa bûn

Malbatên li pêşya avahiya HDPyê ya Diyarbekirê nobeta ewladan didomînin ji ber ku malbateke beşdarî çalakiyê bibû gihîşt kurê xwe gelekî kêfxweş bûn.

Dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina çiyê ya ewladên xwe dibînin çalakiya di 3yê îlonê da dabûn destpêkirin di roja 311î da didomînin.

Cemal Ertaşê astengdar ê beşdarî çalakiyê bibû gihîşt Ramazanê kurê xwe yê di 20 saliya xwe da revandibûn çiyê, ev ji bo malbatên nobetê didomînin bû hêvî.

Necîbe Çîfçiya dayik diyar kir ku bi hêviya bigihîje ewladê xwe beşdarî çalakiyê bû.

Çîftçiyê destnîşan kir ku 311 roj e ligel hemû zor û zihmetiyê çalakiyê didomînin û wiha pê da çû:

"Em ji bo ewladên xwe têkoşînê didin. Kurekî min şehîd kirin, kurê min ê piçûk ji xwendingehê hildan birin çiyê. HDPyê kurê min hilda û teslîmî PKKyê kir. Ez bangî hemû dayikan dikim. Werin em bi hev ra têkevin milên hev. Îro malata 14an gihîşt ewladê xwe. Em gelekî şa bûn. Înşaellah ewladn me jî ew ê wekî ewladên din paşda werin."

Aynur Panaya ji bo Emrahê kurê xwe beşdarî çalakiyê bû bi Kurdî daxuyanî da û bangî hemû dayikan kir ku bira beşdarî çalakiyê bibin.

Panayê got hetanî kurê wê neyê ew ê çalakiyê bidomîne û wiha axivî: "Xêncî HDPyê tu kesî ewladê min nebir. Ez ji HDPyê kurê xwe dixwazim."

Panayê diyar kir ku ne bitenê kurê wê bira ewladê hemû malbatan vegerin malên xwe. Panayê got ji ber ku malbata Ertaş gihîşt ewladê xwe gelekî kêfxweş bûn.

Panayê wiha got: "Hatina zerekî din em şa kirin. Yê ku hat wekî ewladê me ye."

Abdullah Demir jî destnîşan kir ku 5 sa el li pey ewladê xwe ye, 100 sal jî derbas bibe ew ê ji bo ewladê xwe çalakiyê bidomîne.

Demir axaftina xwe wiha domand:

"Îro roja şahiyê ye. 14 zarok hatin. me 14 can xilas kirin. Ji vê baştir tu tiştek tune. Tu dibê dinya dane me em şa dibin. Wekî ku ewladê min hatiye şa bûm, ji bo min ferqa wê tune. Em heman êşê, êşa ewladan dikişînin. Bi îzna Xwedê zarên me jî ew ê werin."

Demir got êşa zaran êşeke mezin e, Xwedê neyne serê tu kesî û wiha pê da çû: "Ez bangî hemû alema Îslamê dikim bira ji me ra dia bikin. Lewra dia me xilas dike. Zarokên 10-12 salî teslîmî çiyê dikin. Xwedê ew ê heqê wan bistîne. Ew ê li vê diyayê wî heqî bistîne û ji dinyaya din ra nehêle."

Demir ji bo malbatên gihîştin ewladên xwe ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ra sipas kir.

Fahrettîn Akkuşê ji bo Erkanê kurê xwe beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku ew ê hetanî dawiyê çalakiyê bidomînin.

Akkuş bangî ewladê xwe kir ku bira teslîm bibe û wiha pê da çû:

"14 zarok hatin. Em gelekî şa bûn. Înşaellah piştî vê dora me ye. Li ku derê avahiya HDPyê hebe ez ê herim ji wan kurê xwe bixwazim. HDPyê ewladê min bir. Kurê min netirse, lêxe were. Her kes tê teslîm dibe. Em li pişta te ne. Were teslîmî dewleta me be. Kurê min were em jî şa bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE