Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Fehîme Tutmuşa ji Bitlîsê bo kurê xwe tevlî nobetê bû: "Kur min xapandin û birin, HDPyê kurê min bir."

Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 444emîn da dewam dike.

Dayik Fehîma Tutmuş ji Xelata navçeya Bidlîsê bo kurê xwe Abdurrahîmê ku 6 sal berê di 22 saliyê da revandin serê çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bû.

Di axaftina xwe da Tutmuşê got ku kurê wê piştî ji esker hat bo wî bizewicîne dest bi amadehiyan kir û wiha domand: "Wan kurê min xapand û birin, HDPyê kurê min xapand. Min ê kurê xwe bizewicanda. Ev şeş sal derbas bû. Min dît ku zarokên hin malbatên ku tevlî çalakiyê bûne hatin. Ez ji derdê kurê xwe bi şev û bi roj digirîm."

Sedrettîn Tutmuş jî got ku wan piştî dît malbat digihêjin ewladên xwe tevlî diya xwe bo birayê xwe hat û beşdarî çalakiyê bûn û wiha got: "HDPyê birê min şandiye serê çiyê û ez birayê xwe dixwazim. Heke ew me dibihîse bila were, ji bo Xwedê were. Diya me êdî pîr bûye. Were û teslîmî dewletê bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE