Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 569emîn da dewam dike.

Nisbete Yuksela dayik ji bo kurê xwe Firat ku 7 sal berê li Stenbolê hat xapandin û birin çiyê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Yuksela dayik diyar kir ku êvarekê kurê wê ji mal derket, lê careke din venegeriya.

Yukselê bal kişand, ji bo ku kurê xwe bibîne, çi ji dêst hat wê kir, lêbelê wê kurê xwe nedît û lewma wê biryar da ku beşdarî çalakiya rûniştinê bibe.

Yukselê got ku ew kurê xwe ji HDPyê dixwaze û wiha dewam kir:

"Êdî bes e, ez hew teyax dikim, ez kurê xwe dixwazim. Dayikên li vir hemû digirîn, ewladên xwe dixwazin, ma ne heyf e? Ma gunehê we li van dayikan nayê? Mirov çi bike, mirov ji bo zarokên xwe dike.

Kurê min tu li ku bî were, ez ji ber hesreta te nexweş im. Dema tu çûyî ez ciwan bûm, lê niha ji ber kedera te ez pîr bûme. Ji bo ku tu biçî çiyê, min tu neanî dinê. Ma gunehê te bi min nayê? Were tu li ku bî were, bavê te jî zehf nexweş e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE