Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 588emîn da dewam dike.

Hulya Bayara ku ji Batmanê hat û ji bo xwîşka xwe Dîlan Basîrê beşdarî çalakiya rûniştinê bû ku 7 sal berê ji Wanê gava 23 salî bû hat revandin.

Bayarê di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir ku xwîşka wê ya dergistî ku amadekariyên dawetê dikirin, sala 2014an hat xapandin û birin serê çiyê.

Bayarê bal kişand ku gelek malbat gihîştin ewladên xwe û lewma ew jî dixwaze bigihîje xwîşka xwe.

Bayarê bangî xwîşka xwe kir û wiha got, "Malbateke te ya ku ji te hez dike heye. Deriyê me timî ji te ra vekirî ye. Were teslîmî dewletê bibe. Em jî bigihîjin hev."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE