Malbateke din jî tevlî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû ku bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê didomînin.
Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê HDPyê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 979emîn e ku çalakiya wan dewam dike.
Faik Karahanê ji bo qîza xwe Guneşa ku 4 sal berê di 29 saliya wê da revandine çiyê ji Qersê hatiye tevlî çalakiya rûniştinê bû.
Karahan ji rojnamevanan ra got qîza wî dema li fabrîqeyê dixebitî hatiye xapandin û ew birîne çiyê.
Karahan got ji wê rojê pê va wî tu xeber hilnedaye û heta ew bigihêje ewlada xwe ew ê çalakiya xwe bidomîne.
Karahan wiha got: "Ez li vir di nobetê da me. Diya wê pir nexweş e. Bila bê teslîmî eskerê me û polêsê me. Heta qîza min neyê ez ê ji vir neçim. Qîza min veger e, were dilê me neşewitîne."
AA