Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Fettah Aymazê ku ji Qersê bo birayê xwe yê 6 sal berê birine serê çiyê: "Em dixwazin birayê min vegere, teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û bigihêje malbata xwe."

Malbateke din jî tevlî nobeta Dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 417emîn da dewam dike.

Fettah Aymaz ji Qersê bo Ozal Aymazê (23) birayê xwe yê 6 sal berê ji İstanbulê birin serê çiyê, hat Diyarbekir û beşdarî çalakiyê bû.

Aymaz diyar kir ku dema wî di têlevizyonê da dît malbatên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û gihîştin ewladên xwe dît biryar da beşdar be.

Di axaftina xwe da Aymaz got ku birayê wî li İstanbulê di karê neqliyeyê da dixebitî û 6 sal berê ew bi xapandin birine serê çiyê.

Aymaz ragihand ku ew 6 sal e tu xeberekê ji birayê xwe hilnadin û xwest ku bila ew bê teslîm bibe û wiha pê da çû: "Em dixwazin birayê min vegere, teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û bigihêje malbata xwe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE