Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê didomînin, bû.
Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandinê revandine serê çiyê HDPyê wek berpirs dibînin û ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 1017 roje çalakiya xwe didomînin.
Hatun Yuceyurt a ji bo kurê xwe Serdarê ku hêj 15 salî bû û bi xapandin revandibûn serê çiyê ji Stenbolê hat û beşdarî çalakiyê bû.
Dayîk Yuceyurtê daxuyanî da rojnamegeran û got ku wê dayikên çalakî didomandin di têlevizyonê da dît û ew jî beşdar bû û xwest dengê xwe bide bihîstin.
Yuceyurtê ragihand ku ew ewladê xwe gelek meraq dike û wiha pê da çû: "Ez ji bo kurê xwe hatim. Kurê min got ez diçim gogê dileyîzim û wisa ji malê derket. Bi salane tu xeber jê hilnadim. Ez ê heta dawiyê çalakiya rûniştinê bidomînim. Kurê min heke tu min dibînî û dibihîzî were xwe bispêre eskerên me û dewleta me. Ez ewladê xwe ji HDPyê dixwazim."
AA