Malbatên bi nobeta ewladan gihîştin zarokên xwe çûn ziyareta dayikên Diyarbekirê

Fahrettin Akkuşê bav ku gihîşt zarokê xwe: "Ez ê meydanê ji rêxistinên wekî PKKyê ra nehêlim. Ez ê heya dawiyê têbikoşim"

Malbatên bi nobeta ewladan gihîştin zarokên xwe çûn ziyareta dayikên Diyarbekirê

Fahrettin Akkuş û Mehmet Yalçin ku beşdarî nobeta ewladan ya li Diyarbekirê bûn û gihîştin zarokên xwe, çûn ziyareta malbatên ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 472yemîn.

Akkuş û Yalçinê bav, malbat ziyaret kirin û piştgirî dan wan û diyar kirin ku ew ê bi hev ra têkoşînê bidomînin.

Akkuş di daxuyaniya da rojnamegeran da diyar kir ku ew salek û 4 rojan di çalakiyê da beşdar bû û herî dawî gihîşt ewladê xwe.

Akkuş bal kişand, heta bigihêjin zarokên xwe, ew ê piştgiriyê bidin nobeta ewladê ya malbatan û wiha dewam kir:

"Ez ji vir bang dikim, herkes bira xwedî li zarokên xwe derkevin. Zarokên xwe bira bi destê rêxistinan da bernedin. 5 salan ez giriyam. Xwedê neyne serê kesî. Heger HDP nebe PKK jî nabe. Tu wextî PKK nayê navendê û zarokan nabe. HDP hildide û dibe û teslîmî PKKyê dike. Bira kes kesî nexapîne. Hat serê min. Ez hatim ku piştgiriyê bidim malbatan. Ez ê meydanê ji rêxistinên wekî PKKyê ra nehêlim. Ez ê heya dawiyê têbikoşim. Înşelah zarokên wan jî dê vegere û ew ê jî mîna min şa bibin."

Yalçin jî bal kişand, ji ber ku zarokên wan vegeriyan, ew ê li malê rûnenên û piştgiriyê bidin çalakiyê.

Yalçin bangî zarokên din kir ku teslîm bibin û wiha axivî, "Zarokên me hatin, niha li cem me ne. Ez bangî ciwanên din jî dikim. Dilê dê û bavê xwe nehêlin, êdî bes e. Werin teslîm bibin. Dewleta me bimerhemet e. Werin cem dê û bavê xwe da ku ew jî şa bibin."

Ji bavên di nobeda ewladê da Haci Guger diyar kir ku şabûna malbatên gihîştin zarokên xwe, şabûna wan e jî û wiha dewam kir:

"Heger di dawiya wê da mirin hebe jî em ê li vê derê bin. Em ê ewladên xwe ji HDPyê bixwazin. HDP, Qendîla nimro yek e. HDP nebe PKK jî Qendîl jî nabe. Em ê bi hev ra vê têkoşînê bidomînin."

Ji dayikên di çalakiyê da Turkan Mutluyê jî sipasiya herdu bavên ew ziyaret kirin, kir û diyar kir ku ew diwaze bigihêje ewladê xwe û wiha dewam kir, "7 sal e ez êşa ewladê dikişînim. HDPyê xencer di cegera min ra kir, cegera min ji bedena min derxist û bir."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE