Malbatên mexdûrê terorê li Şirnexê çalakî kirin

Malbatên mexdûrê terorê li Şirnexê çalakî kirin

 Li Şirnexê malbatên mexdûrên terorê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPçalakî kir.

Jinên Şirnexî yên ku terorîstên PKKzarokên wan revandine serê çiyê û eqrebayên wan di êrîşa terorê da hatine kuştin, bi malbatên şehîd û xaziyan û endamên jin ên saziyên civaka sivîl va li ser kolana Ustegmenê Şehît Mehmet Esîn meşiyan û hatin pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê.

Di destê malbatan da alayên Tirkiyeyê û wêneyên zarokên wan ên ku revanine serê çiyê hebû û duruşmeyên "Qehir be PKK, tevkarê wê HDP", "Şehîd namirin, welat perçe nabe", "Qehir be PKK", "Kurd û Tirk bira ne, yê ku ferqê têxe nav wan qeleş in" berz kirin.

Ji jinên ku beşdarî çalakiyê bûn Emîne Ustekê diyar kir ku kurê wê 6 sal berê di 15 saliya wî da revandin serê çiyê.

Ustekê diyar kir ku ew her hefte bi hêviya ku bigihêje kurê xwe, tê pêşiya avahiya bajêr a HDPyê û wiha dewam kir, "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Heta ku taqeta min hebe, ez ê her hefte werim vê derê."

Ustekê bangî kurê xwe kir û wiha got, "Metînê min, tu li ku derê bî were kurê min, çavê min li rêya te ye, ez li benda te me. Em ji qehra mirin, êdî bes e vegere mala xwe."

Omer Ustekê bavik jî diyar kir ku hemû zarokên herêmê bi destê HDPyê teslîmî PKKyê kirine û ji bo berdewamiya hizûrê divê êdî kes baweriya xwe bi wan neyne.

Ustek daxuyand ku ew ê çalakiya xwe heta dawî bidomînin û wiha dewam kir, "Kê ev memleket xerab kir? PKK û HDPyê xerab kir. HDP û PKKyê Şirnex, Diyarbekir, Sûr, Cizîr, Silopî û Îdil xerab kirin. Kê destê van zarokan ji dê û bavên wan kir? HDP û PKKyê kir.

Em zarên xwe ji wan dixwazin. Hetanî mirinê em ê çalakiyê bidomînin. Em ji dewleta xwe hez dikin, ji bo wê dia dikin. Xwedê meqamê Serokomarê me şên bike û wî têxe serokê dinyayê. Xwedê firsendê nede zalim û xayînan."

Hamdiye Aslana ji bo kurê xwe yê 6 sal berê hat revandin diyar kir ku hetanî kurê xwe bibîne ew ê çalakiyê bidomîne.

Aslanê wiha xeberda: "Zarên bi destê HDPyê teslîmî PKKyê kirin. Di kîjan qanûnê da ciyê revandina zarokan heye? Neheqiya herî mezin li van zarokan û malbatên wan hat kirin. Zarên me ji me qetandin cîgera me dax kirin. 6 sal e hesereta kurê xwe me. Hesreta dengê wî me, min qet ew nedît. Xwedê heqê me ji wan ra nehêle.Çi heqê wan hebû ku zarên me revandin. Bi xwe li kûçeyan forsê diavêjin, di kîjan wijdanê da ev heye. Em ji bo parastina mafên zarên xwe hatin vê derê."

Haci Şanliyê Serokê Bajêr ê Weqfa Malbatên Şehîdan û Melulên Wezîfeyê ya Teşkîlata Ewlekariyê jî got ji bo piştgiriyê hatin çalakiyê ew ê ji vê şûnda jî piştgiriyê bidin.

Şanli wiha pê da çû: "Hetanî hêsrên çavê van dê û bavan bisekine em ê çalakiyê bidomînin. Li Hekariyê, Wanê, Diayrbekir, Şirnexê çalakiyê dewam bikin. Hetanî zarokan teslîmî malbatên wan bikin piştgiriya me yê dewam bike."

Malbatan qasî demekê li pêşiya avahiya HDPyê çalakî kirin û paşê belav bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE