Malbatên Mûşî bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Malbatên Mûşî ji bo teslîm bin bangî zarokên xwe yên ku PKKyê revandine kirin

Malbatên Mûşî bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Li Mûşê 26 malbatên ku 42 hefte ne bi hêviya bigihêjin zarokên xwe li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin, bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin.

Bi hêviya ku bigihêjin zarokên xwe, dayikên Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û ji bo piştgiriya vê çalakiyê 2 malbatan par di 7ê Nîsanê da li pêşiya avahiya partiyê ya Mûşê nobeta ewladan da destpêkirin û jimara malbatan derket 26an.

Malbat heftê rojekê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dicivin û bertekê nîşanî PKKya rêxistina terorê didin û ji bo teslîm bibin jî bangî ewladên xwe dikin.

- "Heta ku teslîm nebî ez ê werim vê çadirê"

Mehmet Zekî Budakê ku ji bo Yusufê kurê xwe beşdarî çalakiyê bû, ji nûçegihanê AAyê ra got ku kurê wî di 2014an da ji aliyê terorîstan va hatin revandin.

Budak got, "Kurê min li pêşiya HDPyê xapandin û birin serê çiyê. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim." û wiha dewam kir:

"Kurê min, tu li ku derê bî jî were teslîmî welatê xwe bibe. Te li wê derê dixapînin. Gotinên 'Wê li vê derê te bikujin, têxin hebsê' derew in. Tiştekî wisa tuneye. Wekî te bi dehan kes hatin û teslîm bûn. Hemû li malên xwe ne, dest bi kar û baran kirin."

Ji dayikên ku çalakiya li Mûşê dan destpêkirin Gulbahar Tekerê jî got ku ew guh nadin berf û zivistanê û wê çalakiyê bidomînin.

Tekerê destnîşan kir ku ew zarokên xwe ji HDP û PKKê dixwazin û wiha domand: "Kes nayê û li derdê me napirse. Ji bo li serê çiyê yek zarokek nemîne em ê çalakiya xwe bidomînin. Kurê min Mihemedo heke dengê min dibihîzî were. Malbata Ozcan li vê derê dest bi vê çalakiyê kir. Em natirsin û heta kesek li serê çiye nemîne em ji vê derê naçin."

- "Werin teslîmî dewletê bibin"

Şemsettîn Ozcanê ev 42 hefteye li Mûşê çalakiyê daye destpêkirin jî got ku ew li benda roja bigihîje ewladê xwe ye.

Ozcan ragihand ku heta zarokê wan neyê ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha domand: "Em zarokên xwe ji HDPyê dixwazin. Zarokên wan li kê derê dixwînin û yên me li kê derê ne. Em ê nabêjin berf heye zivistane em ê çalakiya xwe bidomînin. Ez bangî kurê xwe dikim were û teslîm bibe."

Şahînaz Ozcanê jî got: "5 sale ji kurê min tu xeber tuneye. Em nizanin sax û yan jî mirî ye. Ez ji ewladê xwe ra dibêjim heke min dibihîze bila were û teslîmî dewletê bibe. HDPyê kurê min bir û dan PKKê. Alaya me dewleta me yek e. Zirara dewletê negihîştiye me. HDPyê zirareke mezin da me."

Ayten Koçhana ku rêxistina terorê 7 sal berê kurê wê revand serê çiyê jî got: "Were ewladê min teslîm bibe. Netirsin, we li wê derê dixapînin. Werin teslîmî dewletê bibin. 2 hefte ye em li vê derê ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE