Malbatên Mûşî dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Malbatên Mûşî dixwazin bigihêjin ewladên xwe

 Li Mûşê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin di 7ê Nîsana 2021ê da li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Ev salek e çavê malbatên Mûşî li rêya ewladên wan e û li benda wê rojê ne ku bigihêjin ewladên xwe.

Li Diyarbekirê dayik Hacîre Akar di 22yê tebaxa 2019an da ji bo kurê xwe Mehmet Akarê ku bi navbeynkariya HDPyê revandin çiyê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê rûnişt û bi saya hewla xwe dayik Akar di 24ê tebaxê da gihîşt kurê xwe. Tevgera Akarê him ji bo malbatên li Diyarbekirê dest bi nobetê kirin û him jî ji bo yên li Mûşê di nobetê da ne bû mînak.

Malbatên Teker û Ozcan ên ji Mûşê ewilî piştgirî dan Dayikên Diyarbekirê lê paşê di 7ê Nîsana 2021ê da li avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê ya Mûşê dest bi nobetê kirin. Bi beşdarbûna malbatên din ên dixwazin bigihêjin zarokên xwe hejmara malbatên di nav salekê da tevlî nobetê bûn gihîşt 29an.

Malbatên li Mûşê her hefte roja çarşemiyê li ber serokatiya parêzgehê ya HDPyê ya Mûşê bi armanca bigihêjin ewladên xwe tên bal hev û dixwazin zarokên xwe ji rêxistina terorê rizgar bikin.

Malbatên Mûşî ku bi salan e çavên wan li rêya ewladên wan e wêneyên wan girtine û ji bo teslîm bibin jî bangî wan dikin.

- "Em dixwazin bila herkes piştgiriyê bide me"

Gulbahar Tekera çalakiya li Mûşê da destpêkirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di sala 2014an da kurê wê hat revandin û bi armanca bigihêje ewladê xwe qasî 2 salan di nobeta li Diyarbekirê da cî girt.

Tekerê destnîşan kir ku ev salek e êdî li Mûşê çalakiya xwe didomîne û wiha pê da çû: "Ji ber ku çalakî li vê derê dewam dike ez kêfxweş im. Heta li serê çiyê tu zarok nemîne ez ê vê çalakiyê bidomînim. Em dixwazin bila herkes piştgiriyê bide me. Ev salek e em li Mûşê çalakiyê dikin. Lenet li HDP û PKKyê be. Me tevlî malbata Ozcan dest bi çalakiyê kir û niha em 29 malbat in. Em natirsin û şikir ewqas zarok hatin û teslîm bûn. Wekî zarokên me hatibin em şa bûn."

Tevlî Tekerê kurê wê Cuma jî bangî kekê xwe kir ku bila were û teslîm bibe.

Mehmet Zekî Budakê ku di sala 2014an da kurê wî Yusuf Budak bi xapandin tevlî rêxistina terorê bûye jî got ku ew heta bigihêje ewladê xwe wê nobetê bidomîne.

Budak ewilî ji malbata Teker û Ozcan ra spas kir û wiha domand: "Ez li vê derê bangî kurê xwe Yusuf dikim, were û teslîm bibe. PKK lenetî ye. Xwedê bela wan bide. Ez HDP û PKKyê şermezar dikim, 8 sal e kezeba min peritandin û heman tişt anîn serê bi hezaran malbatî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE