Malbatên Wanî li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe domandin

Malbatên Wanî li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe domandin

Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsiyar dibînin, vê hefteyê jî li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domandin.

Malbatên ku li ser kolana Cumhuriyetê civiyan, dowîzên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Êdî bes e, pêsîra me berdin", "Zarokên me wê nebin piyonên kesî", "Dayikên Wanî di nobeta ewladan da ne" û "Em zarokên xwe dixwazin" vekirin.

Malbatên di eleyhê HDP û PKKya rêxistina terorê da durişme berz kirin û heta pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê meşiyan bangî zarokên xwe kirin ku bila teslîm bibin.

Nazli Sancar a dayîka Şeyma Sancar a PKKya rêxistina terorê ew revandibû daxuyanî nûçegihanê AAyê û got ku ew bi salane li benda ewlada xwe ye.

Sancarê destnîşan kir ku ew heta bigihîjin arokên xwe wê çalakiya xwe bidomînin û wiha pê da çû: "Ez bangî parlementerên HDPyî dikim ma dengê dayikan nayê we. Ma qey hûn ker û kor in. Rojekê jî li van dê û bavan guhdar bikin. Hûn zarokên xwe li dibistanên taybet didin xwendin û yên me jî diavêjin ber guleyan. Wan çawa kezeba me peritand Xwedê jî ya wan biperitîne."

Malbatan demekê li ber avahiya serokatiya HDPê çalakiya rûniştinê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE