Mamosteyên şehîd

2 mamosteyên ku terorîstên cudaxwaz ew şehîd kirin; Şenay Aybüke Yalçin û Necmettin Yilmaz…

Mamosteyên şehîd

Mamosteya muzîkê Şenay Aybüke Yalçin hê 22 salî bû. Li dibistanê karne li xwendekaran belav kirin û dûv re ji dibistanê derket.

Terorîstan berê tifingên xwe dabûn Şaredarê Hezoyê. Di wê êrîşê de gule li wesayîta ku mamoste Aybüke jî tê de bû, ketin.

Şenay Aybüke Yalçin şehîd bû.

Heyfa Şenay Aybüke Yalçinê ji wan re nema û terorîstê êrîşkar Egîd Baran hat bêbandorkirin.

Rayedaran navê şehîd Aybükeyê li dibistana ku lê dişixulî kir.

Ji bo bîranîna Mamoste Aybükeyê li wê dibistana li Hezoya Êlihê çalakî hat lidarxistin.

Her wiha endamên Weqfa Gazî û Şehîdan a Tirkiyê çûn şûna ku Aybüke lê şehîd ket û qerenfîl danîn wê derê.

Necmettin Yilmaz jî li gundê Xorik ê Sêwrega Rihayê mamoste bû.

Di 16ê Hezîrana 2017an de ji bo biçe bajarê xwe Gümüşhaneyê bi rê ket.

Terorîstan li ser riya Pilimûra Dêrsimê mamoste revand û dûv re jî şehîd kir.

Heyfa mamoste Necmettin jî li erdê nema. Terorîstên ku mamoste qetil kir, li çoltera Nazimiyeya Dêrsimê hatin bêtesrîkirin.

Rêvebiran navê şehîd Necmettin Yilmaz li du dibistanan kir.

Li gundê Xorik ê Sêwregê, xwendekarên wî Mamoste Necmettin bi kulîlkan bibîr anî.

Her wiha ji bo mamosteyên şehîd li Mêrdînê jî merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de Qurana Kerîm hat xwendin û haziran, ji bo şehîdan dia kirin.

Dîroka nûkirinê: 24 Mijdar 2018, 17:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE