Masîmovê Serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Qazaxistanê hat binçavkirin

Serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Qazaxistanê yê berê Masîmov hat binçavkirin

Masîmovê Serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Qazaxistanê hat binçavkirin

Serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Qazaxistanê yê berê Karîm Masîmov li ser şika îxaneta li dewletê hat binçavkirin.

Di daxuyaniya Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Qazaxistanê da hat diyarkirin ku komîteyê di 6ê rêbendanê da li gor qanûna îxaneta li dewletê ya Qanûna Komara Qazaxistanê lêpirsîn da destpêkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li ser şikê Masîmov hat binçavkirin.

Hat ragihandin ku Masîmov bi şikbarên din ên hatin binçvkirin ra li girtîgeheke berwext dimîne.

Karîm Masîmovê di 2016an da anîbûn ser vê wezîfeyê ji ber protestoyên bi zêdebûna bihayê LPGyê di 6ê rêbendanê da dest pê kiribûn bi biryara Serokomar Qasim Comert Tokayev ji wezîfeyê hatibû hildan.

Samat Abîşê biraziyê Nursiltan Nazarbayevê Serokomarê Qazaxistanê yê berê jî ji alîkartiya Serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî hatibû dûrxistin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE