''Mûcîdên ciwan yên TEKNOFESTê înşellah wê bibin mîmarên Tirkiyeya 2053 û 2071ê''

''Mûcîdên ciwan yên TEKNOFESTê înşellah wê bibin mîmarên Tirkiyeya 2053 û 2071ê''

Serok Erdogan: "Mûcîdên ciwan yên TEKNOFESTê liqeliqa dilê wan e înşellah wê bibin mîmarên Tirkiyeya 2053 û 2071ê."

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Balafirgeha Ataturk di TEKNOFESTa Mihrîcana Feza û Teknolojiyê da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got TEKNOFEST bi ewladên me tenê teknolojiyên nûjen yên dinyayê nade nasandin, di heman demê da xebata bi hev ra, rihê tîmê û hestên neteweyî jî dide wan.

Erdogan destnîşan kir mûcîdên ciwan yên TEKNOFESTê ku liqeliqa dilê wan e înşellah wê bibin mîmarên Tirkiyeya 2053 û 2071ê û wiha axivî, "Ji bona TEKNOFEST bibe marqeyeke dinyayê em ê ji Azerbeycanê dest pê bikin û li dewletên dost û mutefîq li dar bixin. Heger em îro behsa serkeftinên teknolojiyên xwemalî û neteweyî dikin, tê da para gavên ku di 19 salên dawîn da hatine avêtin zehf zêde ye. 19 sal e bi veberhanên û pêngavên ku em dikin, em binesaziya TEKNOFESTê û çiraya tekonolojiyê ku ciwanên me vêxistine amade dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE