Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz diyar kir ku wan amadehiyên ji bo îtiraza derasayî piranî temam kirin û wê daxwaznameyê di demeke pir kin da teslîmî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) bikin.
Yavuz li ser Twitterê daxuyanî da û li ser pêvajoya "îtiraza derasayî" ya AK Partiyê ya ji bo nûkirina hilbijartina herêmî ya li Stenbolê sekinî.
Yavuz bi bîr xist ku wan gotiye "Em ê mafê xwe yê îtiraza derasayî bi kar bînin û bixwazin ku hilbijartina Stenbolê were nûkirin" û wiha dewam kir, "Me amadehiyên ji bo îtiraza derasayî piranî temam kirin. Em ê di demeke pir kin da daxwazname û pêvekên wê teslîmî LHByê bikin."