"Me amadehiyên pakêta ewil ya Belgeya Stratejiya Reforma Darazê temam kir"

Erdogan di vekirina Heyama 27emîn ya Meclisê da li Lijneya Giştî ya Meclisê xitabî parlamenteran kir.

"Me amadehiyên pakêta ewil ya Belgeya Stratejiya Reforma Darazê temam kir"

 Serokomar Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em bangî hemû derdorên ku ji teror û tundiyê dûr disekinin dikin ku em di meseleyên neteweyî da bên bal hev."

Erdogan di vekirina Heyama 27emîn ya Meclisê da li Lijneya Giştî ya Meclisê xitabî parlamenteran kir.

Serokomar Erdogan destnîşan kir bangî hemû derdorên ku ji teror û tundiyê dûr disekinin dikin ku di meseleyên neteweyî da bên bal hev.

Erdogan balê kişand ser rewşa Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê û dimînin û wiha peyivî: "Ji ber ku qeyra li Sûriyeyê dewam dike helbet haya me ji hêla aborî, civakî û çandî va ji 3 milyon û 650 hezar kesên di nav sînorên me da mêvan in heye. Em dizanin ku ji xeynî Tirkiyeyê kes nikare bikeve binê vî barî û ewqas li ber xwe bide. Helbet em naxwazin bi milyonan penaberên ku hatine hetahetayê li welatê xwe bikin mêvan."

Serokomar Erdogan diyar kir ev însanên ku qederê 8 sal e li welatê wan bûne mêvan jixwe mal, war û welatê wan hebû û wiha got: "Wezîfeya me ew e ku ji bona demildest vegerin welatê xwe şert û mercên ewle ava bikin. Di vî warî da heta niha me gelek caran bangî civaka navneteweyî kiriye."

Erdogan destnîşan kir hejmara penaberên Sûriyeyî ku vegeriyane cî û warên ku ewle kirine gihîştiye 360 hezarî û wiha peyivî: "Sedema hebûna me ya li Sûriyeyê ew e ku li sînorên xwe gefên terorê berteref bikin ku di heman demê da li ber vegera Sûriyeyiyên li welatê me bûye asteng."

Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye wê ewlehiya xwe û pêşeroja xwîşk û birayên xwe li hêviya kêfa hêzên ku li herêmê hesabên wan hene nehêle.

Erdogan der barê nîqaşên li ser IMFyê da got ku ez careke din dibêjin me deftera IMFyê ku ji bona cardin neyê vekirin di Gulana 2013an da girt.

Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser Belgeya Stratejiya Reforma Darazê û wiha axivî: "Me amadehiyên pakêta ewil ya Belgeya Stratejiya Reforma Darazê temam kir. Gelek muhîm e ku mijareke wiha girîng li Meclisê baş bê nîqaşkirin û bê qebûlkirin. Di vê pakêtê da hewl didin ku azadî û heq berfireh bibin û wê pakêtên din jî bên amadekirin. Em hêvî dikin ku di komîsyon û lijneya giştî da ev pakêt bi awayekî erênî bên nîqaşkirin."

Erdogan diyar kir di turîzmê da sezoneke bi ber û bereket derbas dikin û wiha got: "Îhtimaleke mezin îsal di hejmara turîstan da em ê rekora hemû zemanan bi dest bixin. Qezenca me ya turîzmê par ji sedî 12 zêde bûbû û îsal jî wê hê ji sedî 10 zêde bibe. Înşellah hejmara turîstan wê derkeve 50 milyonî."

Serokomar Erdogan destnîşan kir heta aboriya wan bikeve nav 10 aboriyên herî mêzin yên dinyayê wê nesekinin û bixebitin û got ku li gor standardên Yekîtiya Ewropayê rêjeya di navbera ferqa budçeyê, stoka deyn û dahata neteweyî da di asteke baş da ye.

Erdogan di berdewamiyê da diyar kir îro Tirkiye li gor 17 sal berê ji bona afat û bobelatan zêdetir amade ye û ev rastiyek e û wiha dewam kir: "Li gorî qinaeta me meseleya erdhejê ku di nav meseleyên heyatî da ye divê li dervayî siyasetê bê nîqaşkirin û xeberdan. Lewra gotin û helwestên berevajiyê vê wê feydeyê nede tu kesî û wê tenê zirarê bide walatê me."AA

Dîroka nûkirinê: 01 Cotmeh 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE