"Me asta refaha gelê xwe her dem bilind kir"

Serok Erdogan di merasîma vekirina bendava Karsê de axivî...

"Me asta refaha gelê xwe her dem bilind kir"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Di aboriyê da sînyalên bixwevehatinê xurt dibin."

Erdoganê bi vîdeo konferansê beşdarî Merasima Vekirina Bendava Qersê bû û destnîşan kir ku wexta hikûmeta wan hatiye avakirin li welatê wan bi tevahî 276 bendav hebûn û got ku îro jî di 18 salên dawîn da em ji bona welatê xwe bendava 585emîn vedikin.

Serokomar Erdogan diyar kir li bajarên xwe bi çêkirina bendav, santralên hîdroelektrîkê, tesîsên ava vexwarinê û qanalên avdanê asta refaha gelê xwe her dem bilind kirine.

Erdogan bal kişand ser pêvajoya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û wiha got: "Me encamên şênber yên pêşketina demokrasî û aboriya Tirkiyeyê di heyama şewba vîrusa koronayê da dît."

Serokomar Erdogan destnîşan kir di heyama şewbê da ku gelek dewletên pêşketî bêçare man wan bi binesaziya xwe ya tenduristiyê, tora xwe ya peydakirina paqijiyê û ewlehiya xwe ya kamuyê bi rêbazeke mînak di vê pêvajoyê da li ber xwe daye.

Erdogan balê kişand ser aboriya Tirkyeyê got ku di aboriyê da sînyalên bixwevehatinê xurt dibin.

Serokomar Erdogan got ku di çaryeka ewil ya 2020an da me di meha Adarê da piranî bala xwe da ser têkoşîna dijî şewbê, lê dîsa jî di pêşketinê da me rêjeya ji sedî 4,5 bi dest xist.

Erdogan destnîşan kir ku rezerva xwe ya dowîzê ya li Bankeya Navendî cardin derxistine ser 93 milyar dolarî.

Serokomar Erdogan got ku bi destpêka nîvê salê em di aboriyê da pêşketineke zehf mezin hêvî dikin.

Erdogan diyar kir ji her demê zêdetir nêzî hedefa xwe ne ku Tirkiyeyê bikin nav 10 aboriyên hêrî mezin yên dinyayê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE