“Me berê gelek zirarên pergala parlamenteriyê dîtin”

Serok Recep Tayyîp Erdogan beriya ku biçe Japonyayê bersiv dan pirsên rojnamegeran.

“Me berê gelek zirarên pergala parlamenteriyê dîtin”

“mirov nikare serê kêlikekê referandûmê bike” Serok Recep Tayyîp Erdogan bi van gotinan bersiv da daxwaza referandûmê ya muxalefetê. Erdogan beriya ku biçe japonyayê bersiv dan pirsên rojnamegeran. derbarê nameya serkêşê rêxistina terorî de got: wê izin bê dayîn kê ev yek li gor qanûnan tê diyardirin.

Serok Recep Tayyîp Erdogan :Here were referandûmê bike. li tu dera dinyayê tiştekî wiha tune.

Ji bo daxwaza referandûmê ya mûxalefetê bersiva wî zelal bû. Got vî welatî beriya niha ji ber pergala parlamenteriyê zehf zehmetî kişandiye.

Serok Recep Tayyîp Erdogan: helbet em ê li gor daxwaza birêz kiliçdaroglu hereket nekin û em ê heman bedelan nedin. em niha ketine riyekê û em ê bi heman biryardariyê di vê riyê de meşa xwe bidomînin.

Serok Recep Tayyîp Erdogan beriya ku biçe Japonyayê bersiv dan pirsên rojnamegeran.

NAMEYA SERKÊŞÊ TERORÎSTAN

Erdoğan: Saziyên têkildar li gor qanûnan biryarê didin

Di rojeva wî de nîqaşên li ser nameya serkêşê terorîstan Öcalan jî hebû.

Serok Recep Tayyîp Erdogan :Ji wezareta dadê serlêdaneke wiha hatiye kirin. wezareta me û mît dema xebatên wiha dikin, dê çawa destûrê bidin an jî nedin, li gor qanûnan diyar dikin.

“EZ BI WAN BAWER IM”

Erdoğan: Hevalên li TRT Kurdiyê li gor xesasiyetan tevdigerin

Hevpeyvîna ligel Osman Öcalan a ku di TRT Kurdiyê de hatibû weşandin jî, ji Erdogan hat pirsîn.

Serok Recep Tayyîp Erdogan : Heke ji TRTê daxwaz kiribe an jî derketibe TRT Kurdiyê, hevalên min ên li wê saziyê dizanin. Ez di vê meseleyê de bi wan bawer im. Hevalên me yên li TRT Kurdiyê li gor xesesiyetên me tevdigerin.

“EM BI ŞEWRÊ BIRYARÊ DIDIN”

Erdoğan: Em dizanin em ê kengê wezîfeyê bidin kê

Gelo Bînalî Yildirim dîsa dê bibe wezîr an na? Erdogan derbarê vê îdiayê de jî axivî.

Serok Recep Tayyîp Erdogan: bi taybetî ji bo ku nîfaqê bixin nav partiya me van tiştan dikin. em baş dizanin kengê li ku derê em ê wezîfeyê bidin kê. AK Partî ji derve nayê birêvebirin. bi civîn û şewrê em biryaran digirin.

Dîroka nûkirinê: 27 Hezîran 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE