“Me bi giştî 552 welatiyên Tirkî yên li Efxanistanê texliye kirin“

Serok Erdogan destnîşan kir ku texliyeyê bi giştî 552 welatiyên Tirkî yên li Efxanistanê hat kirin.

“Me bi giştî 552 welatiyên Tirkî yên li Efxanistanê texliye kirin“

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji bo parastina aramiya gelê Efxanistanê, silametiya hevnijadên me yên Tirk ên ku li wî welatî dijîn û berjewendiya welatê me, em ji bo her cure hevkariyê amade ne."

Serok Erdogan li Koşka Çankayayê di weşana hevbeş a Kanal 7, Ulke TV, 24 TV, TVNET û TV 360 de bersiva pirsên derbarê rojevê de da.

Erdogan got, "Kî li ser rêveberiyê be bila be, di xweşî û tengasiyê de em digel Efxanistanê ne. Ev ji bo wefaya ehdê pêwistiyek e. Me berê jî gotibû ku em dikarin rêveberên Talîbanê qebûl bikin. Vê helwesta xwe em îro jî diparêzin. Rêveberên Talîbanê daxuyaniyên îtîdal û miyanrew dan, em ji ber vê kêfxweş in."

Serok Erdogan wiha pê de çû:

"Ji bo parastina aramiya gelê Efxanistanê, silametiya hevnijadên me yên Tirk ên ku li wî welatî dijîn û berjewendiya welatê me, em ji bo her cure hevkariyê amade ne. Eskerên me yên li Efxanistanê ti carî weke hêzeke şerker kar nekirin. Me ti carê eskerên xwe li wê derê weke hêzeke biyanî nedît û me bikar neanîn. Hebûna eskerî ya Tirkiyeyê li Efxanistanê dê ji bo rêveberiya nû di warê navneteweyî de bibe hêz û asankarî."

Erdogan bal kişand ser ewlekariya Balafirgeha Hemîd Karzaî û got, "Em nuha li gorî pêşhatên li saheyê planên xwe dikin û hevdîtinên xw eli gorî wê dikin. Ji bo me berahiya serekî ye ku em ewlekarî û aramiya welatiyên xwe yên li Efxanistanê biparêzin."

Serok Erdogan destnîşan kir ku texliyeyê bi giştî 552 welatiyên Tirkî yên li Efxanistanê hat kirin.

Erdogan got, "Heta berî dawiya hefteyê îhtimal e digel Merkelê û dawiya hefteyê jî digel Pûtîn em biaxivin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE