"Me biryar da ku em Lûtkeya Çaralî herî kêm salê carekê bikin"

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Serokomar Erdogan li Îngilistanê bi rojnamevanan ra guftûgo kir..

"Me biryar da ku em Lûtkeya Çaralî herî kêm salê carekê bikin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Me biryar da ku em Lûtkeya Çaralî herî kêm salê carekê bikin. Lûtkeya duyemîn di meha sibatê da em ê li Stenbolê bikin. Me di nav xwe da biryar da."

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Serokomar Erdogan li Îngilistanê bi rojnamevanan ra guftûgo kir.

Erdogan destnîşan kir wê hewldanên xwe yên ji bona artêşa Tirkiyeyê teknolojiya pêşketî bi dest bixe û hê zeximtir bibe bidomînin.

Serokomar Erdogan diyar kir biryar dane ku Lûtkeya Çaralî herî kêm salê carekê bikin û wiha got: "Lûtkeya duyemîn di meha sibatê da em ê li Stenbolê bikin. Me di nav xwe da biryar da." 

Erdogan der barê NATOyê da got ku em çawa di mijara tehdîdên ewlehiyê yên îtifaqê da cidî ne, divê hemû mutefîq jî fikarên me yên ewlehiyê hildin cidiyê û wiha dewam kir: "Dema li axaftinên Lûtkeya NATOyê mêze dikin hemû dibêjin li dijî terorê ne, lêbelê ligel vê kesek têkoşînekê nade."

Serokomar Erdogan diyar kir heta niha ji serkêşên FETOyê yên hatin teslîmkirin hene û got ku di vê mijarê da hê jî dewletên em bi wan ra hevdîtinan dikin hene.

Erdogan der barê mitebeqata bi Libyayê ra ra got piştî ku hikûmeta meşrû ya Libyayê li ser piyên xwe bisekine, histû xwar neke gava hat avêtin wê bigihêje armancê.

Serokomar Erdogan ji bona Plana Baltikê ya NATOyê da got ku ji me piştgirî xwestin, me jî ji vî karî ra 'erê' got, lê hûn ê jî di têkoşîna terorê da me tenê nehêlin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE