"Me biryar da ku miaşê mixtaran derxin 4 hezar û 250 lireyî"

"Me biryar da ku miaşê mixtaran derxin 4 hezar û 250 lireyî"

Serok Recep Tayyîp Erdogan ragihand miaşê mixtaran derxistine asta miaşê herî kêm û biryar dane ku 4 hezar û 250 lire be.

Erdogan li Salona Pêşangehê ya Beştepeyê ya Serokkomariyê di Hevdîtina Mixtaran ya 51emîn da xitabî mixtarên ji Edene, Enqere, Balikesir, Bolu, Bursa, Çorum, Kastamonu, Kayserî, Konya, Mêrsîn Sakarya, Samsun, Sêwas û Yozgatê hatibûn kir.

Serok Erdogan ragihand miaşê mixtaran derxistine asta miaşê herî kêm û biryar dane ku 4 hezar û 250 lire be.

Erdogan di axaftina xwe da got li gorî fikra me di piyaseyan da wê êdî pêl û guherîn çênebin ku ji ber daxwaza dowîzê ya bêpergal diqewimîn.

Serok Erdogan der barê pergala nû ya aboriyê da got em ê di mehên havînê da baş fehm bikin ku bi bernameya xwe em çawa ber bi armancên xwe yên aboriyê va diçin û welatê me çiqas pêşva diçe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE