Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Me çawa pirsgirêkên sedsalan yên welatê xwe çareser kirin em ê ji heqê pirsgirêkên roja îroyîn jî bên der."
Erdogan li navenda giştî partiya xwe di Civîna Serokên Bajêr ya Berfireh ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser hilbijartinên di 2023yan da û diyar kir ji bona Tirkiye zincîra dewletên pêşva diçin bişikîne û bikeve nava 10 aboriyên herî mezin yên dinyayê terciha di sala 2023yan da zehf girîng e.
Erdogan got ku me çawa pirsgirêkên sedsalan yên welatê xwe çareser kirin em ê ji heqê pirsgirêkên roja îroyîn jî bên der.
AA