Serokê DYAyê Joe Biden dîdara digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de nirxand û wiha got, "Me civîneke erênî û berhemdar lidar xist."
Serokê DYAyê Biden li Brukselê beşdarê Lûtkeya NATOyê bû û di vê çarçoveyê de digel Serokomar Erdogan hevdîtinek kir.
Biden piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Biden derbarê dîdara digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de got, "Me civîneke erênî û berhemdar lidar xist. Piraniya civînê bi dualî bû."
Biden herwiha got, "Dê ekîbên me di hevdîtinan de berdewam bin. Ez bawerim dê geşeyeke baş di navbera Tirkiye û DYAyê de çêbibe."AA