"Me dersa hewce da kesên di xurekê de terorê dikirin"

Serok Erdogan: "Me dersa hewce da kesên di xurekê de terorê dikirin, em didin. Ka em lê binêrin rêzê de çi heye. Çi dikin bila bikin emê ji vê rêyê venegerin."

"Me dersa hewce da kesên di xurekê de terorê dikirin"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Hesabên li ser Tirkiyeyê duh çi bin îro jî heman in. Lewra Tirk heman Tirk e. Dijmin jî heman dijmin in."

Serok Erdogan di mitînga ku partiya wî li Meydana Kuzeykentê ya Kastamonuyê li dar xist de xitabî welatiyan kir.

Erdogan destnîşan kir hesabên li ser Tirkiyeyê duh çi bin îro jî heman in û axaftina we wiha berdewam kir:

" Lewra Tirk heman Tirk e. Dijmin jî heman dijmin in. Ji bo vê em di her firsendê de rabîeya xwe dibêjin. Em çi dibêjin? Dibêjin ku 'neteweyek'. Çi dibêjin? 'Alayek'. Çi dibêjin? 'Welatek'. Çi dibêjin? 'Dewletek'. Em dizanin dema ku em ji van tewîzeke biçûk jî bidin kesên ku ji bo xirakirina me li bendê ne dê gelekî kêfxweş bibin. Tirkiye mecbûr e ku hêzdar be, hêzdar bimîne û her dem pêş bikeve. Roja ku em rawestin roja paşketina me ye."

- "Rêxistinên terorê biçin li ku em li pey wan in"

Serok Erdogan bi bîr xist ku wek gel û dewlet li vê erdnîgariyê hezar salî têkoşîneke bênavber dan û wiha axivî: 

"Di heyama nêz de her serdemê astengiyeke cuda derxistin pêşiya Tirkiyeyê û hewldan nehêlin ku em pêş bikevin. Dem hat bi rêxistinên terorê yên wekî PKKyê dabeşker, wekî FETO îstismarker û rêxistinên proje yên wekî DEAŞê ku rastiya wê nayê zanîn xwestin ku welatê me dîl bigirin. Lê em ê nehêlin. Diçin ku bila biçin em li pey wan in. Va ye li Cûdiyê, li Gebarê, li Tendurekê heta li Qendîlê me da pey wan, em li pey wan in û wan diqewirînin."

- "Jixwe tu carî çeka aboriyê ji ser me kêm nekirin"

Erdogan qal kir ku bi hincetên komîk hewl didin ku di qada navneteweyî de Tirkiyeyê tecrît bikin û got ku "Jixwe tu carî çeka aboriyê ji ser me kêm nekirin. Kengî me hewl da ku piçek pêş bikevin demildest bi derbeyekî, bi qeyranê bi ser me de hatin. Wekî Menderesê rehmetî, wekî Ozal îqtidara me ya 17 salî jî bi têkoşîna dijî van derbas bû."

Serok Erdogan destnîşan kir ku haj bi berpirsyarî û têkoşîna ku didin hene û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Em haj pê hene karê ku em dikin karekî ew qas heyatî ye ku ji bo siyaseta rojane nikare bê qurbanîkirin. Heta îro di tu mijarê de nekarîn ku Tirkiyeyê bi dilê xwe bidin tevgerîn. Ne hêzên gerdûnî ne jî taşeronên wan ên li nav welêt nekarin ku me bikin parçeyekî ajandaya xwe bixwe. Lê nêrin ku bi kurê, faîzê, dîplomasiyê nabe vê carê jî hewl didin ku ji ser pîvaz, îsot, bacan, xiyar ji ser van hemûyan me bixin tengasiyê."

Erdogan got bi tevdîrên ku hildan ev hemle jî vala derxistin û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Niha êdî kon hatin vedan û bi van re cihên firotinê yên wekî firota tenzîmê ava kirin, nişka ve biha nîvenîv daketin, dê bêtir bikevin. Emê berhemên din jî li wan deran bifroşin. Çima? Ji ber ku vana teror derxistin teror... Lewra me dersa hewce da kesên di warê xurekê de firsendkarî dikirin, em didin. Ka em lê binêrin rêzê de çi heye. Çi dikin bila bikin emê ji vê rêyê venegerin."

Serok Erdogan got ku "(IMF) heta ku di vê bedenê de can hebe bi îzna Xwedê em ê nebin hêsîrên van."

Serok Erdogan wiha axivî: "Dema ku me Tirkiye derxist nav 10 aboriyên herî mezin ên cîhanê bi îzna Xwedê dê her tişt gelekî cuda be. 31ê adarê di vê meşa pîroz de qonaxeke girîng e."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE