"Me dest bi xebata plana stratejîk ya heyama 2019-2023an kir"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pîlana xebatên 100 rojî ya 400 projeyên Kabîneya Serokkomariyê ji raya giştî ra eşkere dike.

"Me dest bi xebata plana stratejîk ya heyama 2019-2023an kir"

Serokkomar Erdogan: "Plana me ew e ku bernameya navdemî di dawiya meha tebaxê da ji raya giştî ra eşkere bikin. Me dest bi xebata plana stratejîk ya heyama 2019-2023an kir. Armanca me ew e ku vê heya dawiya meha mijdarê biqedînin."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pîlana xebatên 100 rojî ya 400 projeyên Kabîneya Serokkomariyê ji raya giştî ra eşkere dike.

Serok Erdogan di bernameya li Navenda Kongre û Çandê ya Milet a Beştepeyê da îcraetên 100 rojên pêşiya me yên Serokkomariyê û 16 wezaretan dide nasîn.

Di nav pîlana xebatên 100 rojî da ji gihandinê hetanî vejenê, ji aboriyê hetanî pîşesaziyê, ji bazirganiya derva hetanî bajarvaniyê, polîtîkayên karên derva hetanî parastinê, ji perwerdeyê hetanî tenduristiyê, ji çandiniyê hetanî teknolojiyê, ji tûrîzmê hetanî ciwanî û sporê gelek qad hene.

Di bernameyê da gavên ku ew ê ji bo maliyeya kamuyê û budçeyê bên avêtin jî hene.

AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE