''Me di 19 salan da 364 tunelên ku dirêjahiya wan 567 kîlomêtre ye seba xizmetê vekirin''

''Me di 19 salan da 364 tunelên ku dirêjahiya wan 567 kîlomêtre ye seba xizmetê vekirin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wan di 19 salan da 364 tunelên ku dirêjahiya wan 567 kîlomêtre ye seba xizmetê vekirin.

Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirineke bigrafîk kir û wiha got, "Me çiya qul kirin, em ji behran derbas bûn, me di 19 salan da 364 tunelên ku dirêjahiya wan 567 kîlomêtre ye seba xizmetê vekirin, bi welatê me û miletê me da qezenckirin... Em ê bi siyaseta berhem û xizmetê va pêkanîna xeyalên xwe bidomînin."

Di grafîka ku sernavê wê "Me çiya qul kirin, em ji behran derbas bûn. Me Tirkiye bi tunelan arast." da jî agahiya ku di sala 2002yê da dirêjahiya tunelên rêbejan 50 kîlomêtre bû, di 2021ê da derket 617 kîlomêtreyan. Her wiha di grafîkê da hat gotin ku di navbera salên 2003 û 2021ê da bi dirêjahiya 567 kîlomêtreyî û bi bihayê 64,9 milyar lireyê Tirk 364 tunel hatin çêkirin.

Di grafîkê da hat gotin ku di sala 2021ê da 12 tunelên ku dirêjahiya wan 27 kîlomêtre ye hatin kutakirin û wiha hat gotin, "Çêkirina 108 tunelên ku dirêjahiya wan 431 kîlomêtre ye û bihayê wan 49,4 milyar lireyê Tirk e, dewam dike. Heta sala 2023yan hedef ew e ku 470 tunelên ku dirêjahiuya wan 647 e werin kutakirin û seba xizmetê werin vekirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE