"Me di 2 salên dawîn de nêzî 8 hezarî mensûbên DEAŞê binçav kirin"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li Gaziantepê axivî...

"Me di 2 salên dawîn de nêzî 8 hezarî mensûbên DEAŞê binçav kirin"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li Gaziantepê di çarçoveya danasîna namzedên şaredariyê de axivî...

ji axaftina Serok Erdogan:

"Yên ku tu têkiliya wan a dîrokî û mirovî bi erdnîgariya me re tunene ji 12 hezar kîlomêtro dûr ve tên û li Sûriyeyê rehetî digerin lê em ê destgirêdayî bisekinin? Derdê kesên dixwazin ku Tirkiyeyê ji vir dûr bigirin azadkirina gelê Sûriyeyê nîne, bereksê wê kûrkirina avzêma wir e."

"Em dema ku li vir di nav aramî û ewlehiyê de dijîn nikarin ku birayên me yên li ber serê xwe hêviya însafa zaliman bihêlin, bombeyên wan, bombeyên warêlê. Em vê carna bi awayekî eşkere dikin carna jî bêdeng. Lê teqez hewldana ku ji destê me tê dikin û şevekê nişka ve diçin û ya hewce dikin."

"Heke hûn bipirsin hemû ji bo têkoşîna dijî DEAŞê li Sûriyeyê ne. Ji DEAŞê re çi kirin em nizanin lê hember mirina nêzî milyonek birayên me yên Sûriyeyî çavê xwe girtin an jî rasterast bûn şirîkê wê."

"Me di 2 salên dawîn de nêzî 8 hezarî mensûbên DEAŞê binçav kirin, ji vana ji 2 hezar û 300î zêdetir kesî jî girtin."
 

"Ji aliyekî ve Ûris û Îranî ji aliyekî ve bi Amerîkayiyan re di serî de di nav hevkariya bi gelê Sûriyeyê bi xwe re em biryardar in ku herêma xwe ji felaketeke mezin xilas bikin."

 "Dema em Minbic û cihên li Til Rifet û rojhilatê Feratê ji terorîstan paqij bikin dê derfet çêbe ku bi milyonan Sûriyeyî vegerin malên xwe."AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE