"Me di çarçoveya mekanîzmaya stratejîk da hevdîtineke gelekî erênî kir"

"Me di çarçoveya mekanîzmaya stratejîk da hevdîtineke gelekî erênî kir"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken ra di çarçoveya mekanîzmaya stratejîk da hevdîtieke "gelekî erênî" kir. 

Çavuşoglu piştî ku li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi Blînken ra hevdîtin kir bi rojnamevanên Tirk ra hat bal hev. 

Wezîr Çavuşoglu diyar kir ku bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken ra di çarçoveya mekanîzmaya stratejîk da hevdîtineke "gelekî erênî" kirin. 

Çavuşoglu diyar kir ku di navbera Amerîka û Tirkiyeyû da hevdîtinên der barê mijara firotina F-16an da erênî derbas dibin û xebat dê dewam bikin û der barê endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê da jî got nayê qebûlkirin ku welatên dixwazin ku bibin endamê NATOyê piştgiriyê bidin rêxistinên terorê yên ku Tirkiyeyê hedef digirin. 

Wezîr Çavuşoglu da zanîn ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê blînken der barê endamtiya NATOyê ya Fînlandiya û Swêdê da got ku "Ji bo ku fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji holê bên rakirin dê peyamên hewce bide."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE