''Me di nav 8-9 rojan da planên qirêj yên 8 salî belawela kir"

Serok Erdogan: "Dewleta me bi Herekata Kaniya Aştiyê di nav 8-9 rojan da planên qirêj yên 8 salî belawela kir."

''Me di nav 8-9 rojan da planên qirêj yên 8 salî belawela kir"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Em ê kesên ku Tirkiyeyê didin hemberî xwe, terorîstan diparêzin û kujerên hatine kirêkirin dihewînin ji bîr nekin."

Erdogan beriya ji bona Konseya Hevkariya Stratejîk ya Payebilind ya Tirkiye-Macaristanê here Macaristanê li Balafirgeha Esenbogayê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Serok Erdogan got ku dewleta me bi Herekata Kaniya Aştiyê di nav 8-9 rojan da planên qirêj yên 8 salî belawela kir.

Erdogan destnîşan kir wê kesên ku Tirkiyeyê didin hemberî xwe, terorîstan diparêzin û kujerên hatine kirêkirin dihewînin ji bîr nekin û got ku Herekata Kaniya Aştiyê bû firsendeke baş ku em dostên rastîn yên welatê xwe nas bikin.

Serok Erdogan diyar kir Tirkiye helwesta neheq û siyasî ya UEFAyê ku dijî Tîma Neteweyî û kilûbên Tirkiyeyê nîşan dide red dike û wiha axivî: "Werzişvanên li dervayî welêt dewleta me temsîl dikin ji Herekata Kaniya Aştiyê vir va bi awayekî sîstematîk bi kampanyaya lîncê ra rû bi rû ne."

Erdogan destnîşan kir wexta mesele tê ser Tirkiye û werzişvanên Tirkiyeyê rewş diguhere û wiha got: "Divê UEFA demildest dev ji vê xeletiyê berde. Bi biryarên xwe yên xelet rê li ber venekin ku siyaset tevlî wezişê bibe."

Serok Erdogan destnîşan kir werzişvanên Tirk xwedî li Mehmetçikan derdikevin û ev wek helwesteke provokatîf-polîtîk tê pênasekirin û got ku ev durûtî ye û derî hiqûqê ye.

Erdogan diyar kir kesên soz dan ku YPG/PYD, DEAŞ û PKK di nav 120 saetan da wê ji van deran vekişin hê jî sozên dane bi cî neanîne û wiha peyivî: "Niha terorîst êrîşî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê dikin. Ber destê sibehê 11 kes şehîd ketin. Helbet yên ji terefê din tên kuştin hê zêdetir in."

Serok Erdogan der barê qefaltina malbata Bexdadiyê serkirdeyê DEAŞê da got ku em kesên tên qefaltin dibin navendên paşvaşandinê û wê li wir bimînin, em ê bibînin ka Wezareta Edaletê çi biryarê bide.

Erdogan der heqê qefaltina jina Bexdadî da got ku ji bona me zehf girîng e ku li cem jina Bexdadî zaroka wê ya DNAya wê hatiye piştrastkirin hebû, jêpirsîn bi biryardarî didome.

Serok Erdogan der barê rexneyên dijî Herekata Kaniya Aştiyê da got ku Birêz Kiliçdaroglu rast û durist be û vê têkoşîna ku Tirkiye dide teqdîr bike û wiha dewam kir: "Heta roja îro jimara DEAŞiyên ku ketina Tirkiyeyê ji wan ra hatiye qedexekirin 76 hezar e. Bay Kemal vê nizane. Jimara DEAŞiyên ku hatin dersînorkirin 7 hezar û 550 ye, di girtîgehên me da vê gavê hezar û 149 milîtanên DEAŞî hene. Ev ne têkoşîn e? Gavên ku em davêjin gavên biryardariyê nînin qeyê? Lê ew van qebûl nake."

Erdogan der barê axaftina bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da wiha got: "Duh bi şev ez bi Birêz Trump ra axivîm û bi Birêz Putîn ra jî em ê cardin rewşê binirxînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE