''Me dîroka Çanakkaleyê bi xwîna xwe nivîsand''

Serok Erdogan: "Yên ku pê nizanin ka li Çanakkaleyê çi qewimî û yên ji têkoşîna ku hat dayîn fêm nakin, nan û av û hewaya vî welatî jê ra helal nabe."

''Me dîroka Çanakkaleyê bi xwîna xwe nivîsand''

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wiha got, "Yên ku wisa dizanin ku Şerê Çanakkaleyê şerek ji şeran e, tu eleqeya wî bi vê axê, bi vî miletî û bi vî welatî tuneye. Tu kesekê ku di kûrahiya rihê xwe da Çanakkaleyê nade jiyandin, mafê wî tuneye ku li ser vî milet û welatî gotinekî bêje."

Serok Erdogan beşdarî merasima ku bi minasebeta 18ê Adarê Roja Bibîranîna Şehîdan û 104emîn Salvegera Serfiraziya Deryayî ya Çanakkaleyê va li Yarîgeha 18ê Adarê hat lidarxistin bû.

Serok Erdogan di destpêka axaftina xwe da ji bo rihê hemû şehîdan rehmet xwest û wiha dewam kir, "Em şehîdên me yên 18ê Adarê, şehîdên me yên ku di şerê cihanê yê yekemîn da şehîd ketin, bi milyonan birayên me yên ku hatin qetilkirin, şehîdên herba me ya îstiqlalê, şehîdên me yên têkoşîna dijî terorê û şehîdên me yên 15ê Tîrmehê bi rehmet bi bîr tînim."

Serok Erdogan wiha dewam kir, "Yên ku pê nizanin ka li Çanakkaleyê çi qewimî û yên ji têkoşîna ku hat dayîn fêm nakin, nan û av û hewaya vî welatî jê ra helal nabe. Xwedê bira cardin îmtihaneke wekî ya li Çanakkaleyê neyne serê vî miletî. Heke rewşeke wiha rû bide, bawer bin mîna 104 sal berê em ê xwe ji wê yekê para nedin û em ê derya û xaka Çanakkaleyê ji dijminan ra bikin merzel."

Seroko Erdogan bal kişand yên ku wisa dizanin ku Şerê Çanakkaleyê şerek ji şeran e, tu eleqeya wan bi vê axê, bi vî miletî û bi vî welatî tuneye û wiha dewam kir, "Kesê ku Şerê Çanakkaleyê yek ji wan şeran dihesibîne, bi vê axê ra, bi vî gelî ra, bi vî welatî ra ne eleqedar e. Tu kesê ku rihê Çanakkaleyê di kurahiya xwe da nade jiyîn ne xwedî wê heqê ye ku der barê vî gelî da hevokekî jî bibêje. Me dîroka Çanakkaleyê bi xwîna xwe nivîsand. Bi serokatiya Xazî Mustafa Kemal nivîsand. Îro emê dîsa binîvîsin, dîsa binîvîsin, dîsa binîvîsin."

Erdogan der heqê êrîşa terorê ya li Zelanda Nû da jî wiha got, "Me peyama we hilda, nîyeta we fehm kir. Me dît ku kîn û rika we hêj dewam dike. Em li vê deê ne, li Çanakkaleyê ne. Nesla Asim li pêşiya min e. Heger hûn bi dostanî werin, dê pêşwaziya we bikin, heger hûn bi dijmintî werin dê li gorî wê miemele bikin. Me çi anîbe serê terorîstên xwestin ku bi çalakiyên çalan li dijî welatê me derkevin û me çi anîbe serê qatilên DEAŞî û PKK/PYDyî yên ku xwe li sînorê me yê Sûriyeyê kirin bela, hûn çawa pê li xakê bikin, dê we li wê derê çal bikin. Em ê heta qiyametê li vê derê bin. Hûn nikarin Stenbolê bikin Konstantînapol.

Îfadeyên kurê şexsê serokê Îsraîlê ye û yên terorîstê li Zelandaya Nû wek hev in. Ji heman çavkaniyê avê vedixwin. Li kê dera dinyayê dibe bila be hemberî wan kesên dijî hemû mesûm, Misilman û Tirkan destê xwe rakirine dîrokeke me ye bê nivîsandin heye."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 15:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE