"Me hemû beşên Rêbeja Marmaraya Bakur temam kirine"

Serok Erdogan: "Kanala İstanbulê wê di nav tabloya serfiraziyê ya welatê me da ciyê xwe bigire"

"Me hemû beşên Rêbeja Marmaraya Bakur temam kirine"

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Kanala İstanbulê ya ku em ê di demeke nêzîk da xîmê pireya ewil daynîn wê wekî berhemeke serfiraziyê mohra xwe li dîrokê bixe û di nav tabloya serfiraziyê ya welatê me da ciyê xwe bigire."

Erdogan di Merasima Vekirinê ya Rêbeja Marmaraya Bakur da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir hemû beşên Rêbeja Marmaraya Bakur temam kirine û wiha axivî, "Em ê çaraliyê Herêma Marmarayê ku li Türkiyeyê yek ji wan herêman e ku him nifûs lê zêde ye û him jî kapasîteya wê ya ticaret û hilberînê zêde ye bi rêbejan dorpêç bikin. Rêbeja Marmaraya Bakur tevî beşên ku hatibûn vekirin berdêla vê beşê bi tevahî 1,7 milyar dolar e û di pêşerojê da wê bigihêje tunêla İstanbulê ya 3 qatî ku çêkirina wê tê plankirin."

Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser Kanala İstanbulê û wiha peyivî, "Kanala İstanbulê ya ku em ê di demeke nêzik da xîmê pireya ewil deynîn wê wekî berhemeke serfiraziyê mohra xwe li dîrokê bixe û di nav tabloya serfiraziyê ya welatê me da ciyê xwe bigire."

Serokomar Erdogan diyar kir Pireya Çanakkaleyê ya 1915an ku bere bere silueta wê derdikeve meydanê ji niha va kesên wê dibînin şaş û metel dihêle.

Erdogan got ku piraniya dewletan tenê hewl didin sektora fînansê li pê bihêlin, lê me bi bernameyên ku rasterast piştgiriyê didin bi 10 milyonan însanên xwe welatiyên xwe tenê nehişt û wiha axivî, "Digel êrîşên dijî aboriyê û hewldanên astengkirina veberhênan û pêşketinê ku bi bûyerên Geziyê dest pê kirin û di Tebaxa 2018an da bû gef û talûkeyeke eşkere me dev ji xizmeta berheman û siyaseta xizmeta siyasetê berneda."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wê di demeke nêzîk da pakêta reformên darazê ya çaremîn pêşkêşî Meclisê bikin.

Erdogan diyar kir ku hêz û dema welatê xwe bi pirsgirêkên navxweyî yên beredayî badilhewa nekin û got ku ji bona em li pey rojevên çêkirî bikevin serî li her rêbazê xistin.

Serokomar Erdogan got em biryardar in pireya ku me ji paşerojê ber bi pêşerojê ava kiriye bi şewq û kelecanê derbas bikin û Türkiyeyê bigihînin hedefên wê.

Erdogan destnîşan kir divê hemû dinya bizanibe ku Îsraîla dewleta terorê dewleteke çawa ye û got ku hemû mezlûmên dinyayê li benda wê rojê ne ku Türkiye rabe li ser piyên xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE